LI WANÊ 5 ROJNAMEVAN HATIN BINÇAVKIRIN
ROJNAMEVANAN NÛÇEYA ÊŞKENCEYA BI HELÎKOPTERÊ ÇÊKIRIBÛN
Li Wanê vê sibê 5 rojnamevan hatin binçavkirin.
Van rojnamevanan êşkenceya bi helîkopterê ya li Wanê û qetilkirina Servet Tûrgût kiribûn nûçe.
Dewleta Tirk jî ji vê rastiyê aciz bû û danê sibê ew rojnamevan kirin binçavan.
Parêzeran xwest ku rojnamevanên binçavkirî bibînin, lê destûr nehat dayîn.
Di 11’ê Îlonê de eskerên Artêşa Tirk li Wanê bi ser gundên Şaxê de girtin û 2 gundî kirin binçavan.
Eskeran êşkence li Osman Şîban û Servet Tûrgût kirin û piştre jî ji helîkopterê avêtin.
Servet Tûrgût ê ji helîkopterê hatibû avêtin, piştî 20 rojan jiyana xwe ji dest da.
Buroya Ajansa mezopotamya ya Wanê ev rastî eşkere kir.
Rojnamevan Cemîl Ûgûr bûyer û belgeyên rapora Servet Tûrgût û Osman Şîban ên ji helîkopterê hatibûn avêtin derxist holê.
Dewleta Tirk jî ji vê rastiyê aciz bû û danê sibê polîsên wê bi ser Buroya Ajansa Mezopotamya ya Wanê û malên nûçegihanên ajansê de girtin.
Di serdegirtinê de nûçegihanên ajansa mezopotamya Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala kirin binçavan.
Polîsan dest danîn ser wênekêş, kamera û alavên teknîkî yên rojnamevanan.
Belavkara berê ya rojnameya Yenî Yaşamê Şukran Erdem jî li Wanê di serdegirtina malê de hat binçavkirin.
Parêzeran xwest ku rojnamevanên binçavkirî bibînin, lê destûr nehat dayîn.
JI HELÎKOPTERÊ AVÊTINA SERVET TURGUT
NÛRETTÎN TÛRGÛT: JI BO CEZAKIRINA KUJERAN EM Ê ŞOPDARÊ DOZÊ BIN
Li aliyê din pismamê Servet Tûrgût, Nûrettîn Tûrgût ji televizyona me re axivî.
Tûrgût da zanîn ku ew ê şopdarê vê dozê bin û ji bo cezakirina kujeran di nava tevgerê de bin.