Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Mexmurê komxebata Jineolojiyê pêk hat.
50 jin tevlî komxebatê bûn û jineolojî di jiyan û zinhiyeta wan de guhertineke çawa çêkir nirxandin.
Jinan gotin, jineolojî wekî zanist diyarî herî mezin e ji bo wan.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûr Komîteya Jineolojî bi dirûşma ‘Em bi Jineolojî tevnê jiyanê di rêsin’ komxebata xwe ya salekê lidarxist.
Komxebata ku di 5’ê Kanûnê de bi beşdariya 50 delegeyan dest pêkir doh bi dawî bû.
Di roja yekê ya komxebatê de endama Komîteya Jineolojî Songul Guler axaftina vekirinê kir.
Piştî temaşekirina sînevîzyona derbarê têkoşîna jinan, xebatên salekî yên jinoloyê hate nîqaş kirin.
Di komxebatê de bi taybetî rewşa saziyên xweser hat dest girtin.
Jinan di nîqaşên du rojan de hem kêmaniyên aliyê pergalî dijîn, hem jî asta tekoşîna ku didin, nîqaş kirin.
Di nîqaşan de hat gotin ku Jinolojî ji bo jinan weke diyariyeke mezine û jin jî qîmetê wê dizanin.
Piştî nîqaşên berfireh kommxebat bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
Daxuyanî ji aliyê Endama Koordinasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok ve hat dayin û bi taybetî çalakiya gireva birçîbûnê ya li girtîgehên dewleta Tirk hat silav kirin