Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Stenbolê qursên zaravayên Hewramî û Kelhurî 29.11.2020

 

Komeleya Lêkolînên Kurdî li Stenbolê dest bi qursên zaravayên Kurdî Soranî, Hawramî û Kelhurî kir.
Serokê Komeleyê Eyup Sûbaşi, da xuyakirin ku ew bi xebata xwe dixwazin pêşi li asimîlasyonê bigirin û zaravayên Kurdî biparêzin.

LI STENBOLÊ QURSÊN ZARAVAYÊN HEWRAMÎ Û KELHURÎ
QURS WÊ 7’Ê KANÛNÊ DESTPÊBIKIN Û 3 MEHAN BIDOME

https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSf7zdgHADtCuajPpMlNPCxhHIffSRbkyouShGiydFcXGczyPQ/viewform

Komeleya Lêkolînên Kurdî li Stenbolê qursên zaravayên kurdî Hewramî, Kelhurî û Soranî dide destpêkirin.

Ev qurs wê roja 7ê kanûnê li ser medya sosyal bi rêya sîstema Zoomê destpêbikin û wê 3 mehan bidomin.

Serokê Komeleyê Eyup Sûbaşi bibîrxist ku li Tirkiyê ev cara yekeme bi zaravayên Kelhurî û Hewramî qurs tên dayîn.

Eyup Subaşi agahî da ku heta niha derdora 300 kesan ji bo beşdariyê serî li wan dane û wiha got Qeyda serîlêdanê hê dewam dike, eger hê bitir eleqe hebe ewê li gorî wî amadekariyan bikin.

Derbarê armanca qursan de jî Serokê Komeleyê da xuya kirin, bi van qursan kurd wê hê bêtir nêzê hev bibin, û hev ji nêz ve nasbikin.

Armanceke wan ya van qursan jî ewe ku karibin pêşi li helandina van zaravayan û asimilasyonê bigirin.

Dem û tarixa qursan li gorî zaravayan wiha ye:

Soranî: duşemiyê saet navbera 20.00 û 22.00

Kelhurî: pênşemiyê navbera 20.00 û 22.00

Hewramî: sêşem û înî navbera 20.00 û 22.00

Kesên bixwazin beşdar bin dikarin li ser vê lingê navê xwe qeybikin.

https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSf7zdgHADtCuajPpMlNPCxhHIffSRbkyouShGiydFcXGczyPQ/viewform

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv