LI STENBOL Û MÊRSÎNÊ OPERASYONÊN QIRKIRINA SIYASÎ
ROJNAMEVAN, SIYASETVAN Û XIZMÊN GIRTIYAN HATIN BINÇAVKIRIN
Hêzên Tirk ên li Stenbol li 15 navçeyan qirkirina siyasî pêk anîn û avêtin ser avahiya HDK û 28 navnîşanên cûda.
Di serde-girtinan de 13 kes kirin binçavan û li gor agahiyan di çarçoveya heman lêpirsînê de, derbarê 26 kesan de biryara binçavkirinê heye.
Polîsan li navçeya Akdenizê ya Mêrsînê jî bi ser gelek malan de girt û 6 kes binçav kirin.
Polisên Tirk kesên kesên ku binçav kirin, birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê.