LI ŞIRNEXÊ MAYIN TEQIYA
DU ZAROK JIYANA XWE JI DEST DAN
Li navçeya Qilaban a Şirnexê du zarok dema di baxçeyê li pişt qereqolê dilîstin, pê li mayînê kirin.
Buyer li gundê Yekmalê rûda û zarokên bi navê Yûsûf Ata yê 14 salî û Caner Sak ê 16 Salî jiyana xwe ji dest dan.
Her du zarok bêyî ku nîşanî malbatên wan bidin, ji aliyê leşkeran ve bi helîkopterê birin morga Nexweşxaneya Şirnexê.