Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Şirnex û Êlihê teqîn pêk hatin

Di saetên şevê de li navendên Şirnex û Amedê dengê teqîn hatin bihîstin. Li Êlihê hate îdîakirin ku herêma balafirgehê hatiye hedefkirin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, di saetên şevê de li navenda Şirnexê dengê teqînek mezin hate bihîstin. Dengê teqînê li her derê bajar hate bihîstin, piştî bûyerê li devera ku 23’emîn Fermandariya Tumen a Sînor a Jendermeyan lê ye, tevgereke leşkerî pêk hatiye.

Hate ragihandin ku Fermandariya Tumenê gulopên xwe vemirandin, agahî hatin girtin ku li herêma Tumenê dengê çekan hatiye bihîstin. Tê diyarkirin ku ji tumenê ketober gule hatiye reşandin.

Li Êlihê jî hate ragihandin ku li dijî Fermandariya Garnîzon a Hewayî ya Êlihê çalakiyek hatiye kirin. Li herêma dikeve Taxa Gultepe hate ragihandin ku dengê 3 teqînan hatiye bihîstin, tevgera leşkerî ya li bajar didome.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv