LI SIRÎNÊ TEQÎN
8 KES BIRÎNDAR BÛN Û EW RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊN KOBANÊ
Li bajarokê Sirînê yê li ser rêya M4 a başûrê Kobanê tankereke sotemeniyê teqiya.
Tanker, dema li pêşiya stasyona sotemeniyê ya “Çiya” sekinî bû teqiya 8 kesên li derdorê birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê, 8 kesên sivik birîndar bûne rakirin nexweşxaneyên Kobanê
Ji ber teqînê ziyanên mezin gihaşt stasyonê, erebe û dikanên derdorê.