TÊKÇÛNA DEWLETA TIRK A LI GARÊ
LI SILÊMANÎ BERXWEDANA GERÎLA YA LI GARÊ BI ŞAHIYAN HAT PÎROZKIRIN
Artêşa dewleta Tirk 10’ê Sibatê li dijî herêma Garê dest bi tevgera dagirkeriyê kir.
Armanc û pîlana ji êrişa li dijî Garê bi tevahî û bi awayekî dayîmî dagirkirina herêmê bû.
Lê gerîla hê di kêliya pêşî de derbeke giran li vê pîlanê da û livûtevgera wan felc kir.
Ev serketina dîrokî a gerîlayên tevgera azadiyê di nava gelê Kurd de bû cihê kêfxweşiyê.
Bi taybet jî ya xelkê Başûrê Kurdistanê…
Li bajarê Silêmaniyê gel serketina gerîla a li Garê bi şahiyekê pîroz kir.
Di pîrozbahiyê de wêneyên rêber APO hatin bilindkirin û berxwedana gerîla hat silav kirin.
Welatiyên ku beşdarî pîrozbahiyê bûn ev peyam dan.
Piştî pîrozbahiya li parka Azadî gel bi wesaîtan tur avêt û li dijî êriş û dagirkeriya dewleta banga hevgirtinê li gel kirin.