LI SÊRTÊ ERDHEJ
NAVENDA ERDHEJÊ BAJAROKÊ ZOQEYDÊ YÊ MISIRCÊ BÛ
Doh li navçeya Misirc a Sêrtê bi pileya 5.1 erd hejiya
Li gor agahiyan di saet 8:45’an de erdhej çêbû û li gelek cihên cûda jî hat hîskirin
Navenda erdhejê bajarokê Zoqeydê yê Misircê bû û Dijwariya erdhejê 5.1 bû.
Li Amed, Mêrdîn, Batman, Dîlok, Şirnex û Rojavayê Kurdistanê jî erdhej hat hîskirin.
Li gundê Eyndarê mînareya mizgeftê rûxiya û ji ber erdhejê li piraniya xaniya zirarek mezin çêbû.