Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li ser Şengalê hesabên qirêj di dewrê de ne 26.03.2021

 

PEYMANA 9’Ê COTMEHÊ
LI SER ŞENGALÊ HESABÊN QIRÊJ DI DEWRÊ DE NE

9’ê Cotmehê der barê Şengalê de di navbera Iraq û PDK’ê de peymanek çêbû.

Esas aliyê ku ev peyman ferz kir dewleta Tirk e.

Ango, Iraqê ne tenê bi zexta PDK’ê ev peyman qebûl kir.

Bi peymana di navbera Iraq-PDK’ê de daxwaza dewleta Tirk pêk tê û bi vê ji bo qirkirina Êzdiyan şert û mercên xurt têne afirandin.

PDK li vir bi navê dewleta Tirk tevgeriya ye û xwe ket pozîsyona kirêgirtî.

Bêguman PDK jî dixwaze xwerêveberî û xweparastina Êzidiyan belav bike.

Lê hêzeke wisa ya PDK’ê tineye. Ji ber vê dibe berdevka dewleta Tirk a xwediyê heman armancê ye.

Pêkhatina vê peymanê tê wê maneyê, Êzîdî wê bikevin nava nîzam û çerxa qirkirinê.

Ev pîlan a dewleta Tirk e, ku xwediyê zêhniyeta DAIŞ’ê ye û 2014’an de jî vê dewletê destek da DAIŞ’ê.

Sînyala vî hisabê qirêj bi êrişên dewleta tirk ên li dijî Şengalê hate dayîn.

Piştre Serokwezîrê Iraqê Kazimî tevî heyeta pê re di dawiya meha tebaxê de li Washîngtonê hevdîtin kirin.

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê jî bi riya telekonferansê têkildarî mijarê brîfîngeke taybet pêk anî.

Di vê brîfîngê de têkildarî êrişên hewayî yên Dewleta Tirk li ser Şengalê pirsek ji Karên Rojhilata Navîn a Nêz Berpirsyar Joey Hood hate kirin.

Bersiva ku Hood da balkêş bû.

Hood qet qala êrişên hewayî nekir û got, divê Şengal ‘PKK jî di nav de ji milîsên çekdar bê paqijkirin’ û li şûna wê ‘îdareyeke sivîl’ bê avakirin.

Ji bo vê jî xwest Hewlêr, Bexda û Enqere ‘di bin şêwirmendiya Amerîkayê de bi hevre bixebitin.

Li ser vê bang û trafîka dîplomasiya qirêj di salvegera 22’yan a Komploya Navnetewî de Hikûmeta Bexdayê bi PDK’ê re peymaneke bêyom îmze kir.

Ji bo pêkanîna peymanê trafîkeke qirêj a dîplomasiyê jî bi pêş ket.

Serokê Herêma Federal Nêçîrvan Barzanî çû Tirkiyê.

Serokwezîrê Iraqê Kazimî di kanûna 2020’an de serdana Tirkiyê kir.

Der barê vê serdanê de gelek nirxandin jî wê demê hatin kirin.

Daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk ên wê demê pirr baş nîşan didan ku qerar û îradeyeke Kazimî tine ye.

Di van daxuyaniyan de rayedarên Tirk digotin ‘peymana 9’ê Cotmehê pêk tê an na, em dişopînin.’

Jixwe Kazimî jî ji wan re gotibû ka li Şengalê çawa gav davêjin.

Lê li aliyê din li hemberî civaka Êzîdî jî ew hêz hene ku dema DAIŞ hatî terka Şengalê kiribûn û Êzîdî di nava pencên Fermana 74’an de hiştibûn.

Ji vî alî de heq jî û meşrûîyeta Iraqê jî tineye bikeve Şengalê.

Diviya Iraqê spasiya gelê Şengalê bikira û xwerêveberiya Êzîdiyan qebûl bikira.

Ji ber ku ev heqê gelê Şengalê ye, civaka Êzîdî ev heq kiriye.

Tenê bi gotina ‘dewleta Tirk naxwaze’ nikarin li ber xwerêveberiya Şengalê rabin.

Divê Iraq jî dest ji polîtîkayên şaş berde û artêşa xwe ji Şengalê vekêşe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv