Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Li ser destê Tirkiyê enfal tê kirin’

 

Temîn Hemîd a xizmên enfalkiriyan diyar kir ku tişta ku Tirkiye dike cûrek din ê enfalê ye û got: “Dema ku Sedam Hisên di qefezê de hate dadgehkirin, yek ji wan kesên ku ji sûcên wî re  şahidî kir, ez bûn, wê  çarenivîsa Erdogan jî mîna ya Sedem be.”

Ji 23’yê Nîsanê ve êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Bi taybet li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê ji ber dewleta Tirk nikare li hemberî berxwedana gerîla pêş biçe çekên kîmyawî bi kar tîne.

Temîn Hemîd a xizmên enfalkiriyan ku li navçeya Çemçemal a Silêmnaiyê dimîne, li ser mijarê dagirkeriya dewleta Tirk ji Rojnews’ê re axivî û got: “Tişta ku li ser destê Tirkiyeyê rû dide, cûreke din a enfalkirinê ye. Eger pêşî lê neyê girtin, wê ji enfala ji Sedam Hisên dijwartir bi ser me de were. Sedam û Erdogan mîna hevin û tenê xwesteka wan tinekirina Kurdane.”

Temîn Hemîd diyar kir ku Sedam Hisên li colê xizmên wan bi zindî binax kirin û wiha domand: “Tenê xwesteka wî tinekirina Kurdan bû, lê nekarî. Niha jî Tirkiye dixwaze Kurdan tine bike. Wê Kurd bi enfakirin û topbarana Tirkiyeyê tine nebin. Dema ku Sedam Hisên di qefezê de hate dadgehkirin, yek ji wan kesên ku ji sûcên wî re  şahidî kir, ez bûn. Wê rojek were çarenivîsa Erdogan jî heman be. Dawîhatina hûkmê wî nêzik bûye. Wê dawiya wî weke ya Sedam be. Ji ber ku Erdogan jî weke Sedam tenê bi kuştina xelkê re mijûle.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv