LI ŞENGALÊ BIHAR
MEHA NÎSANÊ XEMLA XWE GIRÊDA
Li Şengalê mizginiya biharê û bedewiya nîsanê
Şengal – Bi hatina meha nîsanê re bedewiya biharê xwe li çiya û deştên Şengalê hunandiye, bihar a ku mizginiya azadî aramî û xweşiyê ye, ji her deverê bêtir li ser axa pîroz watedar e. Yek ji wan axan jî Şengal e. Li Şengalê mizginiya biharê di meha adarê de dibe mêvanê vê xakê û di nîsanê de hîn zêdetir xemla wê xwiya dibe. Axa Şengalê bi baweriya xwe cûdabûn û rengê xwe diyar dike ji hertiştî bêtir di nava vê baweriyê de girêdana bawerî û xwezayê bi awayeke diyar xwe dide der li vê axê rêz û hurmeta ji agir roj û xakê re bê sînor e. Ji bo wê ye li ser vê axê werza biharê wateyek xwe ya bi hêz heye.