LI ŞEHBAYÊ 3. MÎHRÎCANA JINÊN CIWAN DESTPÊ KIR
“BI RENGÊ JINÊN CIWAN EM Ê ŞOREŞA ÇANDÎ GEŞ BIKIN”
3. Mîhrîcana Yekîtiya Jinên Ciwan a Şehîd Stêrvan, li Kampa Serdemê ya navçeya Ehdas a Şehbayê destpê kir.
Mîhrîcan bi drûşma; “Bi rengê jinên ciwan em ê şoreşa çandî geş bikin” birêve diçe.
Di mehrîcanê de welatiyên wargehê û nûnerên sazî û dezgehên rêveberiya Xweser amade bûn.
Mehrîcan wê du rojan bi rengên çandî, hunerî û warzîşê bidome.