LI ROJAVA XEBATÊN XIZMETGUZARIYÊ
ŞAREDARÎ HEWL DIDIN BERÎ ZIVISTANÊ BERNAMEYÊN XWE TEMAM BIKIN
Şaredariya Gel a navçeya Şedadê amadekariya destpêkirina projeya sererastkirina stasyonên avê ya Cebse û Sîna dike.
Bi vê projeyê, şaredarî wê gelek bîrên avê bikole, amûrên parzûnkirinê yên nû bi cih bike û kehrebeyê bigihîne stasyonan.
Armanca sereke ya vê projeyê ew e, ku av bigihêje şêniyên navçeyê.
Şaredarî di çarçoveya plansaziyê de, wê 70 ji sedî kolanên navçeyê ronî bike û torên kanalîzasyonê sererast bike.
Şaredariya bajarokê Tenûriya Qamişlo jî hewl dide beriya werza zivistanê, projewyên ku dane destpêkirin temam bike.