LI RIHAYÊ DEMA HIŞKIRINA ÎSOTÊN TÛJ
ÎSOTÊN BI NAV Û DENG Ê RIHAYÊ JI BO ZIVISTANÊ TÊN AMADEKIRIN
Werza îsotên tûj ku çanda mitbexê ya Rihayê dewlemend dike dest pê kir.
Hilberîner di bin germa 40 pîleyî de îsotan sor berhev dikin û bizirên wan paqij dikin.
Bi alîkariya makîneyan van îsotan hûr dikin û li ber tavê radixînin.
Ji ber germa zêde ya mehên havînê û tûjiya îsotan, kesên vî karî dikin gelek zehmetî dikişînin.
Li gorî qalîteyê kîloya îsotan di navbera 25 û 60 lîreyê Tirk de tê firotin.