Her du doktorên ku bi salên dirêj ku hem li çiyayên Botanê şer dikin, hem ji hevrêyên xwe re bûn derman. Di bin şert û mercên zehmet ên çiya de ji pêkanîna erkên xwe serfiraz û serbilind in û ji bo sererastkirina kêmahiyên heyî jî, di nava hewldanê de ne.
Du dilên ku li çiyayên Botanê di nava şer de, jiyanê dibexşînin… Du doktorên ku bi eşq û fedayiyane girêdayî welat û doza azadiya welatê xwe ne. Dr. Bêrîtan Tanya Fecir û Dr. Bawer Med.
Destpêkê du çirûsk dikevin dil. Her hucreya te bi agir dipêçe û bi hemû şewitandina xwe, te vedixwîne qada cengê. Tu ewqas pêre dibî yek ku êdî dibî ceng û tu di cengê de dibî navê jiyanê. Tu dibî navê jiyana mirovê azad ku di qada cengê de tê hûnandin. Min Bêrîtan li ciyayên Zagrosê û Bawer jî li çiyayên Botanê nas kir ku xwedî van jiyanan e. Weke hemû hevrêyên wan armanca Doktorên ku bi hezar zehmetiyan re di kêliyên şer ên herî dijwar de hewl didin aliyekê şer bikin û aliyekê jî jiyanê pêşwazî bikin, welat û mirovahiyek azad e. Tenduristiya hevrêyên wan ên ku di rêya vê jiyanê de şer dikin, ji bo wan gelek girîng e û bi wate dijîn. Ez dikarim wisan her du doktorên şoreşger ên ku bi salan di qadên şer ên germ de ji hevrêyên xwe re bûn derman, bînim ziman.
LI GEL XEYALÊ DAYIKA XWE XEYALÊ XWE PÊK ANÎ
Hezkirina Bêrîtanê ya ji doza Kurdistanê re di temenê gelek biçûk de çêbibû û li Stenbolê kar û xebat dida meşandin, lê bi eslê xwe ji Bedlîsê ye. Malbata wê ji ber polîtîkayên aboriyê ya “bi birçîbûnê terbiye bike” ya ku dewleta Tirk li Kurdistanê pêk anî, koçî Stenbolê kirine û Bêrîtan bi xerîbiya welat mezin bûye.
Bêrîtan li cihê ku lê mezin bûye rastî nijadperestiyê hatiye û fêm kir ku welatê lê mezin bûye, ew qet qebûl nekiriye. Di salên dibistana amadeyî de, fêm kir ku têkoşîna wê ya li dijî polîtîkayên mîtingerî, bişaftin, îmha û înkarê têrê nake û di sala 2008’an de tevlî nava refên gerîla bû ku qada têkoşîna bi çalak e. Demek kurt piştî ku tevlî bû, perwerdeya doktoriyê dît û li qadên şer lê herî dijwar têkoşîn meşandiye. Bêrîtan anîbû ziman ku dayîka wê her tim xwe weke doktor xeyal kiriye û wiha gotibû: “Min hem xeyala dayîka xwe pêk anî, hem jî xeyala xwe ya şervan û şoreşgeriyê pêk anî.”
Bi salan hem li Qendîl, Xakûrkê, Cîlo, Çarçela, Avaşîn û Zapê gerîlatî kiriye û gelek tecrûbeyên şer û jiyanê girtine, hem jî bi rewşa tenduristiyê ya hevrêyên xwe yên ku di şer de birîndar bûne û yan jî nexweş ketine re eleqeder bûye. Piştî salên Zagrosê yên dirêj û bi zehmet, di sala 2018’an de derbazî Botanê bû.
LI BERAMBERÎ HEZKIRIN Û MINETÊ DIKE
Dr. Bêrîtan a ku ji tenduristiya giştî fêm dike, di beşê didanan de bi pispor e. Hevrêyên wê yên ku bi salan li Botanê didanên wan diêşiyan, piştî ku didanên wan hat tedawîkirin dizanîn ku tiştek nîne li beramberî keda Bêrîtanê bidin û ji ber vê yekê bi rêzdarî, hezkirin û bi minet spasiya herî mezin lê dikin.
BAWER MED Ê KU GİRÊDAYÎ HER SOZÊN XWE YE
Bawer Med li cihê herî zêde welatparêzî lê pêşketî Geverê, ji dayîk bûye û mezin bûye û di sala 2014’an de ji Şoreşa Rojava bandor bû û tevlî nava refên gerîla bû. Bawer anîbû ziman ku ji bo Kobanê bi rê ket lê xwe li çiyayên Zagrosê dît û wiha gotibû: “Armanca min ji bo doza Kurdistanê şerkirin bû. Di wan rojan de li Kobanê şer dijwar bû, berxwedan li wir geş bû û min dixwest biçim wir. Îro li kudera Kurdistanê û Rojhilata Navîn rewşek wesan biqewime, ez ê dîsa biwazim biçim wir. Her gerîlayek vi vê fikrê dijî û şer dike.”
Tenê ev gotinên wî, ji bo vegotina kesayeta wî ya şoreşger bes e. Dr. Bawer Med ê ku girêdayî her sozên xwe ye, piştî ku li çiyayên Zagrosê perwerdeya şervanê nû dît, derbazî Nexweşxaneya Avaşînê bû.
BI DEHAN BIRÎNDAR TEDAWÎ KIRIN
Bawer ê ku refa dawî ya amadeyî hişt, qet nedifikirî ku rojekê wê bibe doktor. Ji ber ku di refên şoreşê de erka ji wî re tê dayîn pîroz dibîne, di aliyê xwe yê tevlîbûna jiyanê de bûye hevrêyek doktor ku her tim tê hezkirin. Ew jî weke hevpîşeya xwe Bêrîtan, piştî ku ji Zagrosê çû di sala 2017’an de derbazî qada Botanê bû. Bawer di tenduristiya giştî de doktorek bi pratîk û pispor e, ji sala hatî û şûn ve bi dehan birîndar tedawî kirin û ji hevrêyên xwe yên nexweş ketin re bûye derman. Wî xwe tenê bi van sînordar nehişt û gelek erkên li qadê bi layîkî bi cih anî. Dema ku pêwîst dikir, tevlî çalakiyan jî dibû.
DEMA KU DIJÎN DIDIN JIYANDIN
Tiştên ku hatîn nivîsîn ji jiyana her du doktorên şoroşger, berhevkirinek kurt e. Her du doktorên ku bi salên dirêj hem li çiyayên Botanê şer dikin, hem jî ji hevrêyên xwe yên birîndar bûne û nexweş ketine re bûn derman, di bin şert û mercên çiya yên zehmet de ji pêkanîna erkên xwe bi rûmet û serbilind in û ji bo sererastkirina kêmahiyên heyî jî, di nava hewldanê de ne. Ji bo wan wateya jiyanê, pêşwazî kirina jiyanek bi watetir, xweşik û bi tendurist e. Her du doktor niha li çiyayên Botanê bi vê zanebûnê dijîn û di heman demê de di nava lêgerînên jiyandinê de ne.