Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Osloyê konferansa li ser Kurdan

 

LI OSLOYÊ KONFERANSA LI SER KURDAN
DI KONFERANSA GLOBALBÛNÊ DE TÊKOŞÎNA KURDAN HAT NÎQAŞKIRIN

Konferansa îsal ya li Osloyê bi navê “hevkarî” hat lidar xistin.

Mijara sereke ev bû:

Di dema kirîzan de mirov çawa bihev re dikeve nava hevkariyê.

Di çarçova konferansê de derheqê şerê dewleta tirk yê li hemberî kurdan de panêlek hat li darxisitn.

Di panelê de Dr. Nazan Üstündağ bal kişand ser dagirkeriya dewleta tirk ya li Rojavayê Kurdsitanê û got:

“Tirkiye li her deverî li hemberî kurdan sûc pêktîne, li herderê Kurdistanê çekên kimyewî bikartîne. Dewletên serdest li hemberî vê yekê bêdeng in.”

Nazan Ustundag mijara talana xwezayê û qutkirina ava çemê Firatê jî anî rojevê û birîbrixist ku dewleta tirk çemên ji Tirkiyê diherikin rojhilata navin, li hemberî Rojava weke çek bikartîne, Li Efrînê zeytûnên xelkê didize mina ku malê tirk bin, dixe piyasa cihanê.

Parlementera kurd Seher Aydar jî bibîrxist ku wan beriya niha ji hukumeta Norvecê xwestine ji bo lêkolînkirina bikaranina çekên kimyewî ya ji aliyê dewleta tirk ve komisyonek wezifedar bike, Lê hukumetê xwe nedaye ber vî karî.

Seher Aydin bang li Natoyê jî kir ku êdî bes pesnê şerê dewleta tirk bide.

Ji rêvebirên berê yê xaça Sor ku bi eslê xwe eskere Robert Mood jî da xuya kirin eger Nato çareseriya pirsgirêka kurd bixe rojeva xwe wê Tirkiye pri aciz bibe û heta dikare ji endametiya Natoyê derkeve.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv