LI GARÊ SERKETINA DÎROKÎ YA GERÎLA
LI MEXMÛR Û ŞENGALÊ HAT PÎROZKIRIN
Ev der Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ye.
Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwan a Mexmûrê bi şahiyekê serketina dîrokî ya gerîla ya li çiyayê Garê pîroz kirin.
Di şahiyê de Endama Tevgera Jinên Ciwan Kajîn Ozek axivî û got, serketina Garê bû dîrok û niha em vê yekê pîroz dikin.
Koma Delîla jî bi stranên xwe beşdarî şahiya ciwanan bû.
Şêniyên navçeya Til Koçerê ya Kantona Qamişlo jî serkeftina gerîla a li dijî artêşa Tirk a dagirker bi şahiyekê pîroz kir.
Di şahiyê de, welatiyan li ber stranan dîlan gerandin û berxwedana gerîlayan silav kir.
Şahiyeke din jî li Şengalê hat lidarxistin.
Ciwanên Êzidî li ber konê çalakiyê yê ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê serketina gerîla ya li Garê pîroz kirin.
Piştî şahiyê ciwanan bi daxuyaniyekê ji ber berxwedana wan a mezin gerîlayên HPG û YJA-Starê silav kirin.