26’ê Cotmehê li Meclîsa Tirkiyê tezkereya şerê bi dengên AKP-MHP û îyi Partî hat erêkirin.
Jinên Rihayê gotin:Desthilat bi şer emrê xwe dirêj dike, divê li dijî şerê qirêj helwesteke hevpar bê nîşandan.
LI MECLÎSA TIRKIYÊ TEZKEREYA ŞER HAT ERÊKIRIN
JINÊN RIHAYÊ: DESTHILATAR BI ŞER EMRÊ XWE DIRÊJ DIKIN
Li ser daxwaza rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê tezkereya şerê li dijî gelê Kurd a ji bo Iraq-Sûriyê 2 salan hat dirêjkirin.
Jinên Rihayê dirêjkirina tezkereyê û polîtîkayên şer ên desthiladariya faşîst nirxandin.
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Hedle Ogur destnîşan kir ku civak şûna tezkereya şer, aştî û demokrasî dixwaze.
Hedle Ogur diyarkir ku ji ber şer ê Erdogan gel bi xizaniyeke mezin re rû bi rû ye;
Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Medîne Yeşîltaş jî dibêje armanca tezkereyê planên li ser gelê Kurd e.
Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Çîgdem Karakeçîlî jî diyar kir ku divê em bersiv bidin êrişên qirêj;
bi derbaskirina biryara tezkereyê aştî tê tune kirin.
CHP’ê ji tezgerê re got na, lê CHP dizanîbû ku tezkere wê ji aliyê gelek partiyan ve were qebûl kirin.
Lewra ji tezkreyê re got na. Her wiha di hilbijartinê de xwest bi dengên gelê Kurd ji xwe re qadekê çêbike.
Emm zîhnîyeta CHP’ê dizanin.
Her çiqas ji tezkereyê re bêjin na em dizanin ku fikra wan ji ya me cudatir e.
Di demên borîn de gelek Efganî hatin Tirkiyeyê. Ew hemû kes jî ji zilaman pêk dihat. Li vir jî tê xwestin zemîna DAÎŞ’ê bê avakirin.
Me hertim bi têkoşînê bersîva wan êrişên qirêj da û wê ji vir şûnde jî em ê têkoşîna û berxwedana xwe berdewam bikin.”