LI MARSÎLYA, PARÎS Û DRAGÛÎGNANÊ 12 KURD HATIN BINÇAVKIRIN
NAVENDA NCDK Û MALÊN KURDAN DI HEDEFA ÊRIŞA POLÎSÊN FRANSÎ DE BÛN
Serê vê sibê polîsên Fransî li Marsîlyayê li dijî Kurdan dest bi êrişekê kirin.
Gelek polîsan bi awayekî hemwext êriş birin ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Marsîlyayê.
Her wiha avêtin ser gelek malan û deriyên wan jî şikandin.
Li gorî agahiyên dawî di encamê de 9 Kurd hatine binçavkirin.
Bi awayekî hemwext polîsan li paytext Parîs û bajarê Dragûîgnanê bi ser malên Kurdan de girtin û sê kes binçavkirin.
Li Marsîlyayê gel li ber navenda Walîtiyê dest bi çalakiyê kir û êriş protestokirin.
Di vê navberê de Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê jî bi daxuyaniyekê êriş şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin.
Li Kurdistanê rêbazên ku dewleta Tirk li dijî Kurdan bi kar tîne vê carê ji aliyê hikumeta Fransayê ve têne bikaranîn.
Lê divê Fransa vê yekê baş bizane wê Kurd li ku dibin bila bibin, wê dest têkoşîna xwe bernedin.
Zextên bi vî rengî nikarin pêşî li me bigirin
Divê gel nerazîbûna xwe li dijî van zextên faşîzan û neheq nîşan bidin û xwedî li saziyên xwe derkevin.