LI KOMARA KONGO ÊRIŞ
BI DEHAN SIVÎL HATIN KUŞTIN
Li komara Kongo ya Demokratîk êrişeke mezin pêk hat..
Êriş li komuna Mwenda a herêma Nordê hat lidarxistin û di encamê de herî kêm 21 kes hatin kuştin..
Rayedarên Hêzên Aştiyê yên girêdayî Neteweyên Yekbûyî ragihandin ku encama êrişê ne zelal e û gotin hejmara sivîlên hatine kuştin zêde ye..
Ji rêveberên herêmî Donat Kîbwana jî îdîa kir ku Tifaqa Hêzên Demokratîk ên li dijî hukûmetê şer dikin, êrişa li dijî sivîlan pêk anîne..
Hêza binavê ADF ku ji komkujiyê berpirsiyar tê nîşandan, weke komeke îsyankar a musilmanên Ugandayê tê naskirin..
Koma mijara gotinê, ji sala 1995’an ve li Rojhilatê Komara Kongoyê bicih bûye..