Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Li Kercosê 27 esker û cerdewanên Dewleta Tirk destdirêjî li zarokek 15 salî û 2 jin kirine

 

 

Hêzên dewleta trik, li gundekî navçeya Kerces A Batmanê dest dirêjî keçeke kurd ya 15 salî kirin.

Disa li eynî gundî hêzên dewleta trik zor li 2 jinên din kirine ku karên fuhuşê bikin.
Wusa xuya dike ku ev esker û wezifadarên tirk bi teşwîqa hukumeta tirk dikevin nava van karên bêexlaqî.
Di nava tecawuskaran de çawişên pispor, polîs û cerdevan hene.

JINNEWS’Ê TECAWIZKARIYEKE DIN A DAGIRKERIYA TIRK DERXIST HOLÊ
DI NAVA TECAWIZKARAN DE ÇAWIŞÊ PISPOR, POLÎS Û CERDEVAN HENE

Yek ji polîtîkaya Dewleta tirk li bakurê Kurdistanê pêk tîne, fihuş, tecawiz û tacîze.
Vê jî bi destê esker, polîs û cerdevanan dike.

Di rojên borî de ajansa Jinnewsê bûyereke tecawiz û fihûşê ya li gundekî navçeya Batmanê Kercewsê derxistibû holê.

Li gorî nûçeyê zaroka 15 salî hatibû tecawizkirin û piştî çûbû nexweşxaneyê derketibû holê ku ducanî ye.

Piştî nûçeyê 2 kesên bi navê Mehmet Alay û Veysî Alay hatin girtin.

Hat ragihandin, ku bûyer bi vê yekê ne bi sînore.

27 çawişên pispor, polîs û cerdevan jî di nava vê tecawizkariyê de cihê xwe girtine, lê belê tenê navên 11 zilaman li dosya lêpirsînê hatine nivîsandin.

Her wiha li ser 2 jinên li gund jî fuhûş hatiye ferzkirin.

Welatiyên ji gund ên nexwestin navê xwe bidin, diyar kirin ku li navenda Kercewsê di atolyeke tekstîlê de tecawizkariya li ser zarokê û du jinan çêbûye.

Li gorî agahiyan ev rewş 8 mehan dewam kiriye û gelek kes jî haya xwe ji vê yekê hebûn.

Yek ji jinan beriya 3 mehan ducanî bûye.

Malbatên wan piştî bi bûyerê hesiyane, êrişî tecawizkaran kirine û gilî kirine.

Agahiyên berfirehtir wiha ne:

Çawişekî pispor dikanên xwe li rex atolya tekstîlê ne.

Ev saleke cafe ji aliyê zilamê bi navê M.A.G ve tê birêvebirin.

Polîs jî di nava vê şebekeyê de hene.

Patronê atolya tekstîlê jî di nava şebekeyê de cihê xwe digire.

Jinan bi çawişên pispor didin naskirin û fuhuşê li ser wan ferz dikin.

Zaroka ducanî beriya niha jî 2 caran ducanî maye.

Haya xelkê tenê ji zarokek û du jinan heye, lê tê gotin “dibe ku ev hejmar zêdetir be.”

Heta niha navên van tecawizkaran eşkere bûye:

Mustafa Alay, Veysî Alay, Ekrem Teymûr û Mehmet Alî yê paşnavê wî nehat zanîn.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv