JINÊN DAIŞ’Î
LI KAMPA HOLÊ BI HEZARAN JINÊN DAIŞ’Î HENE
Li kampa Hol’ê bi hezaran jinên DAIŞ’î hene û zarokên çeteyên DAIŞ’ê hene.
Ew bi sekna xwe piştgiriyê didin çeteyên DAIŞê.
Ev jî xeteriya ji nû ve derketina DAIŞ’ê tîne rojeve.
Di nava wan de sixurên girêdayî dewleta tirk jî gelek in, hewl didin wan tev bidin û ji wir çeteyên nu bigînin.
Hevala me Hêvîn Ehmed û Gulen Heyder li ser vê mijarê bi jinên DAIŞ’î yên li kampa Holê re hevdîtin pêk anî û raporek amade kir.