B.Y. a ku ber bi fihûşê ve hate dehfdan, navê hin kafeyan da û got, “Xeterî mezin e. Gefeke mezin li jinan tê xwarin.”
Dewleta Tirk di çarçoveya politikaya şerê taybet de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê çeteyan ava dike, bi destê van çeteyan jinên ciwan tev li tora fihûş û heşîşê dike. Piştî ev rewş derketin holê gelek jin hatin kuştin, gelek ji wan jî arasteyê xwe kuştinê kirin.
Dewlet çavên xwe ji van çeteyên fihûşê re digire, heta di nava van çeteyan de hêzên girêdayî dewletê jî cih digirin. Li dijî zarokan êrişên wekî tecawiz her ku diçe zêde dibe, bûyerên tundiyê di astek gelek xirab de ne.
Saziyên ku parastina mafên jinan dikin, dan zanîn ku piştî saziyên jinan bi destê dewleta Tirk hatin girtin, êrîşên li dijî jin û zarokan zêde bûn, her ku politikaya şerê taybet tê kûrkirin, hovîtiyên dewletê li Kurdistanê zêdetir dibin.
Di navbera salên 2014 û 2016’an de, gelê Kurd bi kedek mezin piştî şaredarî xistin destê xwe, ji kooperatîfan heya komele û saziyên jinan, bi sedan sazî ketin xizmeta gel. Di nav saziyan de kursên pêşxistinê ji bo jin û zarokan hatin dayîn. Lê hikûmeta AKP’ê bi rêya qeyûmên ku tayînî şaredariyên HDP’ê kirin û politikaya faşîzmê li dijî jinan xistin dewrê.
Di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de gelê Kurd careke din gelek şaredariyên li Kurdistanê ji faşîzma AKP’ê standin, lê di 17’ê Mijdara 2019’an de dewleta Tirk careke din qeyûm tayînî saziyên gel kirin û ev saziyên jinan hemû girtin. Piştî qeyûmê pergala faşîst hatin ser kar, hemû saziyên gel ji holê rakirin.
B.Y ku wekî gelek jinan ew jî tev li tora fihûşê kirine, hemû kafe û malên fihûşê teşhîr kirin.
‘PERGALA PERWEREYÊ Û BÊKARÎ’
B.Y bal kişand ser bêkarî û derfetên madî û diyar kir ku jinên ciwan di kafeyan de bi heqdestiyeke gelek erzan dixebitin, piştre wan tev li tora fihûşê dikin. B.Y got ku dema wê li kafeyê dest bi xebatê kiriye, bi zorê ew tev li tora fihûşê hatiye kirin û wiha axivî: “Ji ber pergala perwerdeyê û bêkariyê, gelek jinên ciwan an întixar dikin, an jî bi zorê tev li fihûşê dikin. Riya herî dawî jî di kafeyan de dixebitin. Mehane bi 2 hezar an jî bi 3 hezara tevahiya rojê wan didin xebatê. Ev pere ne têra kire, ne fatûreyan dike. Ji bo min ji kar neavêjin, ez bi pereyekê gelek erzan dixebitîm. Heke min ji kar bavêjin, ez ê demek dirêj kar nebinim. Ez vê dizanim. Ji ber wê min dest ji xwe berdabû, min xwe zêdetir dabû kar. Li gel ew qas zehemetî, nêzikatiya karmend, kesên tên kafeyê jî gelekî rûmeta mirovan dişikîne. Piştî demekê êdî her tişt ji mirovan re asayî tê û hûn bawer dikin ku kêfa wan ji were tê û hez we dikin. Rojên destpêkê nêzikatiya hevalê we yê mêr wekî ku hez ji we dike tê xûyakirin, lê piştî demekê diguhere. Heke hûn nexwazin malbata we bi van tiştan agahdar bibe, destpêkê ji malbata xwe, piştre jî ji kesên li der û dora xwe dûr dikevin. Gav bi gav we dikişinin nava tora fihûşê. Ez jê dûr ketim, lê gelek jin ew qas ne serkeftî ne û di nava vê torê de dimînin.”
‘EM JI JIYANA WE BI FIKAR IN’
B.Y aşkera kir ku gelek kafe jinên ku dixebitin dikişinin nava tora fihûşê, di heman demê de ev kafeyana, bûne cihê hevdîtina van kesan. B.Y di vê derbarê de jî ev tişt got: “Roja destpêkê ya xebatê, her kesên ku tên hûn wekî kesên ji rêzê hatî dibinin. Lê bi herikîna demê re, hûn dibinîn ku ne axaftina van kesan, ne jî nêzikatiyên wan ne tiştên ji rêzê ne. Ez gelek caran bûm şahid ku kesên dihatin li ser fihûşê bazarî dikirin. Dema li hevdu nedikirin jî şer dikirin. Carna ji ber bandora alkolê, şerên dijwar rû didan. Em wê demê gelekî ditirsiyan. Gelek çeteyên heyî fihûş ji bo xwe kirine kar. Gelek jin û mêr tên bi saetan li wan kafeyan dixwen û vedixwen, piştre diçin. Xwediyên kafeyan jî ji bo muşteriyên xwe winda nekin, çavên xwe ji van tiştan re digirtin.”
‘POLÎS Û LEŞKER MIROVAN TACÎZ DIKIN’
Y. bi lêv kir ku muşteriyên van kafeyan gelenperî polîs û leşker in, hemû jî çavên xwe ji fihûşê re digirtin û wiha pêde çû: “Polîs û leşker, her şev tên van kafeyan. Her tiştî bi çavên xwe dibînin, lê tu tiştekî nakin. Heta polîs û leşker van jinan tacîz dikin. Gelek ji wan di nava torên çeteyên fihêşê de ne. Li herêma Ofîsê, gelek malên kons hene. Min gelek caran dît ku polîs li ber derê van malan sekinîbûn. Piştî esnaf û şêniyên taxê îxbaran dikin, polîs piştre bi ser wan malan de digire. Lê tu lêpirsînê nakin. Hemû jî çavên xwe ji fihûşê re digirtin. Ji ber ku ew bi xwe jî di nava vê çeteyê de ne.”
‘XETREYEKE GELEK MEZIN HEYE’
Y. herî dawî jin jî hişyar kirin û navê van kafeyên ku jinan dikişînin nava tora fihûşê aşkera kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelek kafe û mal hene. Lê cihên ku ez navê wan dizanim Tren, Hayal Kahvesî, Babel Teras, Maşîrî, Penguen û Kafeya Curcûna ne. Jin di bin xetereyeke mezin de ne. Divê tevdîrên awarte bên girtin.”