LI GUNDÊ ŞÊXAN TERORA DEWLETÊ
GUNDÎ LI DIJÎ ÇÊKIRINA KANA MERMERAN LI BER XWE DIDIN
Li Bakurê Kurdistanê, gundê Şêxan ê navçeya Wanê Payîzava ye dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya polîtîkayên xwe yên qirkirinê de dixwaze li vê derê kana mermeran ava bike.
Ji bo vê yekê esker û cerdevanên dewleta Tirk bi gelek wesaîtên kar çûn gund.
Û 40 govên gundiyan ên keda dehê salan rûxandin.
Li ser vê yekê gundiyan serî rakir û dest bi meşê kirin.
Esker û cerdevanan bi sedan gulle reşandin û êrişî gundiyan kirin.
Di êrişê de 4 gundî hatin binçavkirin,
Li ser berxwedana gundiyan esker, cerdevan û rayedarên fîrma ku dixwaze kana mermeran ava bike ji gund derketin.
Heyetek ji HDP’ê di cih de çû serdana gund.
Parlementerê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel têkildarî êrişê agahî ji gundiyan girtin.
Gundiyan jî bi nîşandana sedan qalikên gulleyan asta terora dewleta Tirk nîşan dan.
Gundiyên Şêxan ên li ber vê talanê rabûne li ser mijarê axivîn.
Û gotin, dewleta Tirk hewl dide gundê wan Şêxanê bide valakirin.