LI GUNDÊ ŞÊRKAWA YÊ BALEKAYETÎ DEMA ÇÊKIRINA MEWÎJA YE
FATMA KERÎM Û HEVJÎNÊ XWE DEST BI AMADEKARIYÊN ZIVISTANÊ KIRIN
Li gundê Şêrkawe yê li herêma Balekayetî ya Başûrê Kurdistanê bi hatina payîzê re, şênî dest bi amadekariyên zivistanê kirine.
Yek ji van jî tirî û berhemên wê ne.
Beşek ji şêniyên gund ji bo bi firoşin, beşek jî tenê ji bo xwe mewîjan çêdikin.
Mam Kerîm û hevjîna wî Fatma, mewîjan ji bo xwe çêdikin.
Dibêjin: Ti pêwîstiya me bi bazarê nîne, li gel zarokên xwe timî bi çandiniyê ve mijûl dibin.