Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li girtîgeha Dîlokê gefa kuştinê li girtiyan dixwin

Şaban Yener ê ku li girtîgeha Dîlokê girtiye, got gefa kuştinê li wan dixwin.

Şaban Yener ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa H a Dîlokê girtî ye, bi rêya telefonê ji malbata xwe re got ku gefa kuştinê li wan tê xwarin.

Yener diyar kir bi navê lêgerînê qerdiyan bi ser koxuşan de digirin, gef li wan tê xwarin û got,”Bi zorê koxuşên me têne guhartin û hewl didin ku me ji hev qut bikin. Ji ber ku girtiyên FETO, DAÎŞ û edlî tînin koxuşên me ewlehiya me ya jiyanî nemaye. Ji ber ku em vê qebûl nakin tundiya fizîkî li me dikin û gefa kuştinê li me dixwin. Heke tiştek bi serê me were îdareya girtîgehê berpirs e.”

Ji bo ku nayê hiştina hevdîtina rûbirû bibe Yener helwest nîşan da û got,”Pandemiyê dikin hincet, çima mîtîngan dikin û li van mîtîngan çayê digerînin. Gelo li van deran pandemî nîne? Heke nexweşî di miorv bigere li van deveran di miorvan digere. Li derve her dever vekirî ye lê dema ku gotin tê ser girtîgehê dibêjin qedexe ye. Ji wan re serbest e lê ji me re qedexe ye.”

Yener diyar kir girtiyên nexweş nema dikarin pêdiviyên xwe yên însanî jî bi cih bînin û got, ”Demildest divê tedawiya wan were kirin. Divê girtiyên nexweş li girtîgehê nemînin. Lê dema ku mijar giriyên siyasî bin wan bernadin. Ev nayê qebûlkirin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv