NERAZÎBÛNA LI DIJÎ ÊRIŞ Û DAGIRKERIYÊ
LI GERMIYANÊ ÇALAKIYEK HAT LIDARXSITIN
Bi dirûşma ‘Germiyan li dijî dagirkeriyê li ser piyane’ çalakiyek hat li darxsitin.
Nûnerê partiyên siyasî li parka Leyla Qasim a navçeya Kelar li hev civiyan û daxuyaniyek dan..
Beşdaran wêneyên gerîla û pêşmergeyên di yek çeperê de li berxwedane hildan.
Û berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê silavkirin.
Li ser navê partiyên siyasî Nûnerê Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê Goran Rehîm peyam xwend.
Di peyamê de wiha hat gotin:
Dewleta Tirk ji bo dagirkirina tevahiya axa Başûrê Kurdistanê di nava tevgerê de ye..
Di demeke wisa de, divê em bi yek dengî li dijî dagirkeriyê rabin..
Her wiha bang hikûmeta Iraq û herêmê hat kirin ku ji bo parastina Kurdistanê xwedî helwestek zelal bin.