NEWROZA ‘DEM DEMA AZADIYÊ
LI GELEK WELATÊN CÎHANÊ PÎROZBAHIYÊN BI COŞ PÊK HATIN
Kurdên li bajarê Almanyayê Bonnê ji bo pîrozbahiya Newrozê li hev kombûn.
Beşdaran berxwedana gerîla ya li Garê silav kir û peyamên Newrozê dan.
Şahî bi awazên şoreşgerî û govendgerandinê bidawî bû.
Li paytexta Katalonya Barselonayê jî şahiyeke Newrozê hebû.
Li kampa Lavrîo yê Yewnanistanê jî pîrozbahiyek hat organîzekirin.
Piştî peyaman agirê newrozê hat pêxistin.
Li bajarê Kanadayê Torontoyê jî Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Kurdistaniyan li bajarê Sydney ê Awûstralyayê jî tevî dostên xwe Newroz pîroz kir.
Tevî baranê welatiyan dîsa jî agir pêxist û govend gerand.
Li gelek herêmên Rûsyayê jî coşa newrozê hebû.
Di serî de li paytext Moskow, li bajarê Krasnodar û herêma Saratovayê Newroz hat pîrozkirin.