XWERANEGIRTINA LI SEMBOLÊN KURDÎ
LI EYALETA BAYERNÊ QEDEXEYA LI SER ALÊN YPG Û YPJ’Ê RABÛ
Çileya sala 2018’an dema êrişa dagirkeriya Tirk li dijî Efrînê, Kurdistaniyên li Almanya tevî dostên xwe rabûn ser piyan..
Hukûmeta Alman a wê demê çekên giran difrote Tirkiyê, li şûna ku nerazîbûnê nîşanî dewleta Tirk bide, rakirina sembolên Kurdî di xwepêşandanan de qedexe kir..
Û ev biryara dij huqûqî nêzî 2 salan dewam kir..
Li hemberî vê hem Kurdistanî û hem jî dostên wan bê deng neman..
Di encamê de siyaseta kirîmînalîzekirinê ya hukûmeta Alman têk çû..
Lewma Dadgeha Bilind a eyaleta Bayernê biryar da ku hilgirtina alên YPG û YPJ’ê mafekî xwezayî ye û qedexeya li ser wan rakir..
Li herêmê, ji ber ku Kurdistaniyê binavê Kemal Goktepe ala YPG û YPJ’ê hilgirtibû derheqê wî de doz hatibû vekirin..
Û 13 Hezîrana 2019’an dadgeha Mûnîxê ceza lê birîbû..
Ji ber ku Kemal Goktepe li mafê xwe xwedî derket, doz doh careke din hate dîtin..
Û dawiya dawî dadgeha bilind a Bayernê qedexeya li ser alên şervanên Rojava rakir..