Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Efrînê sûcên dewleta Tirk a dagirker

 

LI EFRÎNÊ SÛCÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER
BI HEZARAN SIVÎL HATIN KUŞTIN DEVERÊN DÎROKÎ HATIN TALANKIRIN

Ji 20’ê Çileya 2018’an dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişek berfireh birin ser Efrînê.

Ji wê rojê û vir ve li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrînê 656 sivîl kuştin, 7 hezar û 554 sivîl jî revandine.

Di heman serdemê de cih û warên dîrokî hatine xerakirin û talankirin, gelek berhemên dîrokî jî revandin Tirkiyeyê.

Dewleta Tirk a dagirker şehîdgehên mezin ên li bajêr ku cenazeyên sivîlan an jî şervanên QSD’ê tê de bûn xera kirin.

LI EFRÎNÊ SÛCÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER
AGAHIYÊN LI SER ŞEHÎDGEHÊN LI BAJÊR ÊN HATIN HILWEŞANDIN

Li gor daneyên rêxistinên mafên mirovan şehîdgehên dewleta Tirk a dagirker ên li herêma Efrîxên xirakirine evin.

* Şehîdgeha Şehîd Seydo di pêvajoya dagirkeriyê de bi bombardûmanê hate hilweşandin.

* Şehîdgeha Şehîd Refîk dawiya sala 2019’an hate xirakirin.

* Şehîdgeha Şehîd Avesta Xabûr ku lê gora 258 şevanên QSD’ê lê hebûn di destpêka Nîsana 2020’î de bi makîneyên kar hate xerakirin.

* Şehîdgeha çaremîn ku tê de cenazeyê 73’ê şervanên QDS’ê û kesên sivîlan hebû ji aliyê dewleta tirk hat ruxandin.

LI EFRÎNÊ SÛCÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER
HER TIŞTÊN BI NAVÊ KURDÎTIYÊ HAT TALANKIRIN Û AN JÎ RÛXANDIN

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku hilweşandina şehîdgehan divê di çarçoveya planên guhertina demografîk û paqijiya etnîkî pêk tê.

Îbrahîm Şêxo got, “Dewleta Tirk naxwaze li Efrînê tiştekî bi navê Kurdîtiyê bimîne.”

Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê Ednan Şêx Mihemed jî têkildarî êrişên li ser şehîdgeha got:

“Li şehîdgehê sivîl û şervanên di êrişên dewleta Tirk şehîd bûbûn hebûn. Herî dawî hejmara şehîdên li vê şehîdgehê 73 bû.

Di arşîva me de dîmên ku derewên dewleta tirk pûç dikin hene.”

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer jî destnîşan kir ku êrişa li şehîdgehan parçeyek ji qirkirina Kurdan e.

Koçer diyar kir ku kiryarên li Efrînê li gorî pîvanên hiqûqa navneteweyî sûcên li dijî mirovahiyê ne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv