LI EFRÎNÊ MAYÎNÊN DAGIRKERIYÊ BI ZAROKAN DE TEQIYAN
2 ZAROKÊN KURD JIYANA XWE JI DEST DAN
Çavkaniyên herêmî agahiya teqîna mayînan dan Ajansa Nûçeyan a Hawarê.
Li gorî agahiyan:
Mayînên dewleta Tirk a dagirker li gundê Mezin ê navçeya Efrînê Şêrawa bi zarokan de teqiyan.
2 zarokên bi navê Azad Îbrahîm Hisên ê 12 salî û Dilyar Heme Hisên ê 11 salî jiyana xwe ji dest dan û 2 zarok jî bi giranî birîndar bûn.
Zarokên birîndar jî Hisên Îbrahîm Hisên ê 10 salî û Nesîr Mihemed Hisên a 16 salî ne.