Êrişên rojane li dijî gundên li hember herêmên Sûriyê yên ku dewleta Tirk a dagirker li bakur û rojavayê Minbicê dagir kirine, berdewam in û li gel wê sivîlên wan gundan bi xeteriyê rû bi rû re ne.
Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker a rojane li dijî gundên bakur û rojavayê Minbicê de mal û milkên sivîlan tên wêrankirin û jiyana sivîlan ketiye xeteriyê.
Gelek gundên bi ser herêmên ku dewleta Tirk a dagirker li bakurê Minbicê dagir kirine ve û yên dikevin tixûbên başûrê çemê Sacorê rastî toparana dewleta Tirk a dagirker tên. Dewleta Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li herêmên dagirkirî êrişî gundên bakur û rojavayê Minbicê dike.
Şervanê bi navê Elî Yûsif ê girêdayî hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê yên gundên rojavayê Minbicê belav bûne, got dewleta Tirk a dagirker rojane bi çekên navîn û giran herêmên wan topbaran dike. Gundên rojavayê Minbicê girêdayî Babê ne. Lê belê Meclisa Leşkerî ya Babê di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker de ew gund parastin û nehişt ku dewleta Tirk wan gundan dagir bike.
Yûsif ku li gundê Qurtwêran ê 4 km dûrî bajarokê Erîma yê rojavayê Minbicê ye, da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Şêx Nasir ku 400 metir dûr e topan diavêje.
Yûsif bi bîr xist ku sivîl dibin qurbanê topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û di encama topbarana bênavber de gelek mal hatin wêrankirin.
Yûsif eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker di derengiya şevê de êriş dike, da ku sivîlan bitirsîne, balafirên keşfê jî li asîmanê herêmê digerin û tevgera çeteyan li eniyên şer berdewam e.
Girêdayî mijarê, endamê Meclisa Leşkerî ya Babê Mistefa Xelef ku li nuqteyeke li gundê Qurtwêranê dimîne got dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên bi ser eniyên şer ve rojane topbaran dike.
Xelef piştrast kir ku topbaran rojane û bê ser û ber e û bi wê yekê sivîl dikevin xeteriyê. Her wiha beriya çend rojan topbaran zêde bû û di demeke kurt de nêzî 70 top li gundan ketin.
Xelef her wiha piştrast kir ku ew ji bo parastina sivîlan û ji bo têkbirina hewldanên dewleta Tirk ên dagirkirin û zirargihandina gel, li herêmê ne.