HEVŞAREDAR, PARLEMENTERÊN BERÊ Û RÊVEBERÊN HDP’Ê HATIN BINÇAVKIRIN
Vê sibê careke din li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li dijî HDP’ê û siyasetvanên Kurd terora dewleta Tirk hebû..
Li ser fermana dozgeriya Enqerê, li 7 navendan operasyonên qirkirina siyasî pêk hatin..
Bi vê armancê polîsan bi ser mala hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen û ew kirin binçavan..
Parlementerê berê yê HDP’ê Sirri Sureya Onder û gelek kesên din jî hat binçavkirin..
Rêjîma AKP-MHP’ê di bin navê “bûyerên Kobanê” de îro li dijî HDP’ê operasyoneke nû ya qirkirina siyasî destpêkir.
Navenda fermana vê operasyonê jî serdozgeriya komarê ya Enqerê ye.
Li gorî vê li 7 bajaran biryara binçavkirina 82 kesan hat dayîn.
Navnîşana pêşî ya operasyonê bajarê Qersê bû..
Polîsên dewleta Tirk danê sibê bi ser mala hevşaredar Ayhan Bîlgen de girtin û ew kirin binçavan.
Li deverên din jî polîs bi ser malên parlemenyerên berê yên HDP’ê û gelek siyasetvanan de girtin..
Heta vê gavê parlementerê berê yê Enqerê Sirri Sureya Onder, parlementerê berê yê Wanê Nazmî Gur, rêveberên HDP’ê Can Memîş, Alî Urkut, Gunay Kubîlay, Beyza Ustun, Gulfer Akkaya, Alp Altinors, Dîlek Yagli, Perîhan Koca, Berfîn Kose, Bîrcan Yorûlmaz, Ayla Akat Ata, siyasetmedar Altan Tan û Emîne Ayna kirin binçavan.