Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Dijî Gerîla Bikaranîna Çekên Kîmyewî

 

Dewleta Tirk li dijî gerîla çekên kîmweyî bikartîne, divê were darizandin.
Gelê Kurd li Ewrûpa ji bo balê bikişînin ser sucên dewleta Tirk li qadan e.
Li bajarê Almanya Duseldorfê çalakî destpêkir, wê 5 rojan dom bike.
Parlementer Feleknas Ûca jî dibêje divê heyetek biçe Başûrê Kurdistanê û lêkolînê bike.

LI DIJÎ GERÎLA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
LI DUSSELDORFÊ JI BO 5 ROJAN KON HAT VEDAN

Ji 23’ê Nîsanê ve dewleta Tirk ku li ber berxwedana gerila têk çûye çekên kimyewî bi kar tîne.

Li dijî vê kurd û dostên xwe li Ewrûpa li ser piyan e.

Ji bo balê bikşînin ser êrişên dewleta Tirk li bajarê Elmanya Dusseldorfê ji bo 5 rojan kon vedan.

Çalakî bi pêşengiya federasyona Fed-Med EN ER WÎ û YJK-Almanyayê ve hate destpêkirin.

Çalakger dixwazin bala raya giştî bikişînin ser mijarê û saziyên pêwendîdar bixin nava liv û tevgerê.

Piştî belavkirina belavokan, li ser bikaranîna çekên kimyewî nûnerên saziyan daxuyanî dan.

Endama YJK-Almanyayê Jînda Faraşîn destnîşan kir ku ew ji ber firotina çekên kîmyewî hikûmeta Alman şermezar dikin:

Çalakiya kon wê her roj di navbera 13:00-17:00’an de li ber parlamena eyaleta Nord Reyn Wesfalin dewam bike

PARLEMENTER FELEKNAS UCA:
DIVÊ EWRÛPA DAWÎ LI BÊDENGIYA XWE BÎNE Û HEYETEK BIÇE QADÊN ŞER LÊKOLÎNÊ BIKE

Feleknas Uca îşaret bi êrişên çekên kîmyewî yên salên 2000’î û heya niha kir.

Sala 2011’an li dijî gerîla li geliyê Teyarê yê Çelê çekên kîmyewî hatin bikaranîn û 36 gerîla şehîd bûn.

Niha jî li Başûrê Kurdistanê heman êriş pêk tê.

Me gelek caran ev mijar bir meclîsê jî lê heya niha tu îzah nehatiye kirin.

Feleknas Ûca bal kişand ser bêdengiya Ewrûpayê jî û wiha got:

Ji bikaranîna çekên kîmyewî Ewrûpa berpirsiyar e.

Divê heyetek serbixwe ji Ewrûpayê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî biçe Başûrê Kurdistanê.

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv