Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Dijî Gerîla bi Karanîna Çekên Kîmyewî

 

Kurd û dostên xwe li dijî bikaranîna çekên kimyewî doh li bajarê Hollanda Den Hagê li hev kom bûn.

Di çalakiyê de bang Dîwana Edaletê ya Laheyê û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî hat kirin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk bêdeng nemîne.

Jinên tevlî çalakiyê bibûn ji kamerayên me re axivîn û diyarkirin ku divê rêxistina qedexekirina çekên kîmweyî helwesta xwe zelal bike.

LI DIJÎ GERÎLA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
ÇALAKGERÊN JIN BÊDENGIYA OPCW PROTESTO KIRIN

Dewleta Tirk ji 23’ê nîsanê ve êrişî herêmên Parastinê yên Medya dike û li dijî gerîla çekên kîmyewî bikartîne.

Li ser banga KCDK-Ewrûpa ji bo teşhîrkirina sûcên dewleta Tirk, Kurd û dostên xwe doh li bajarê Hollanda Den Hagê bûn.

Di çalakiyê de bang li Dîwana Edaletê ya Laheyê û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî hat kirin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk bi erka xwe rabin.

Çalakgeran paşê ber bi avahiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî O PÎ CÎ Dabilyû ve dest bi meşê kirin.

Li vir jî bang li rêxistinê hat kirin, ku heyetekê bişîne Kurdistanê û çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li dijî gerîla bi kar tîne lêkolîn bike.

Di çalakiyê de Endama Komîsyona Jinê ya KNK’ê Jiyan Mihemed axivî û got;

Jinên çalakger jî li dijî bikaranîna çekên kimyewî ji kamerayên me re axivîn û bêdengiya O PÎ CÎ protestokirin.

 

 

 

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv