Piştî gefên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li bejahiya Serêkaniyê, Girê Spî, Eyn Îsa û gundewarên Minbicê di nava tevgerê de ne.
Li ser tevgera heyî Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê daxuyaniyek da û da zanîn ku hêzên wan tedbîrên pêwîst girtine.
“LI DIJÎ ÊRIŞAN HÊZÊN ME DI REWŞA AWARTE DE NE”
QSD’Ê LI SER TEVGERA DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ DAXUYANIYEK DA
Berpirsê navenda ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Ferhad Şamî li ser livûtevgera dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyek da.
Ferhad Şamî li ser tevgera rojên dawî ya çeteyên dewleta Tirk ev agahî dan.
Êvara 8’ê Mijdarê tevgereke zêde ya çeteyan li Serê Kaniyê, Girê Spî, Eyn Îsayê û gundewarên Minbicê hebû.
Bi sedan çete û leşkerên dagirkeriya Tirk li van herêman bicih bûn.
Gelek caran hewl dan hêzên me sor bikin.
Bi taybet li gundewarên Rohilat û Rojavayê bajarokê Eyn Îsayê.
Ferhad Şamî diyar kir ku hêzên wan xwe ji bo rewşeke awarte amade kirine û ev hişyarî kirin.
Divê were zanîn ku parastina herêmê, ji her cûreyên êrişan ji bo hêzên me erkeke sereke û dîrokî ye.
Em helwesta xelkê xwe yê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xwedîderketina wan li QSD’ê binirx dibînin.
Em bang li wan dikin ku guh nedin derewên ku hin alî belav dikin û tenê ji çavkaniyên fermî bawer bikin.