LI DIJÎ DAIŞ’Ê OPERASYONA LI KAMPA HOLÊ
BI HEZARAN ŞERVAN BEŞDARÎ OPERASYONÊ BÛNE
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, di encama şerê 6 salan de yek ji hêza herî hov a cîhanî DAIŞ di warê çekdarî de têk çû.
Herî dawî bi şerê rizgarkirina Baxozê re, hejmara çeteyên ku ji aliyê şervanên QSD’ê ve bi saxî hatin girtin bûbû 19 hezar.
Piraniya wan li kampa Holê ya li Hesekê hatin bicîhkirin.
Her çiqas QSD’ê di bereya leşkerî de DAIŞ têk bir jî, di warê fikir û hişmendiya wê de ji bo herêmê û cîhanê hê jî gefên mezin in.
Di nava du salan de tenê li Kampê 47 kes hatin kuştin.
Ji ber vê yekê hêzên Ewlekariya Hûndir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê doh li Kapma Holê dest bi operasyoneke berferih kir.
Bi giştî 5 hezar şervan û hêzên ewlekariyê beşdarî vê operasyonê bûne.
Di roja destpêkê ya operasyonê de 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
Di roja duyemîn a operasyonê de jî 4 jê berpirsên DAIŞ’ê yên li Kampê 23 çete hatin girtin.
Her wiha di nava kampê de tuneleke veşartî jî hate dîtin.
Li gorî agahiyên şervanan gelek laptop û telefon û kincên leşkerî hatine bidestxistin.
Şêniyên li Kampê jî ji ber operasyonê kêfxweşiya xwe wiha tînin ziman.
LI DIJÎ DAIŞ’Ê OPERASYONA LI KAMPA HOLÊ
NÛRÎ MEHMÛD: ARMANC TINEKIRINA ZIHNIYETA DAIŞ’Ê YE
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd têkildarî armanca operasyonê axivî û got, armanca me tinekirina zihniyeta DAIŞ’ê ye.
JI FERMANDARÊ GIŞTÎ YÊ QSD’Ê BANG
“WERIN WELATIYÊN XWE YÊN DI DESTÊ ME DE BIBIN”
Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî jî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand ev bang kir.
Hêzên me ji bo parastina sivîlan ji çeteyên DAIŞ’ê li kampa Holê operasyona Mirovî û Ewlekariyê da destpêkirin.
Ji bo başkirina rewşa li kampê û îstiqrarê em careke din bang li rayedarên welatên cihanê dikin ku welatiyên xwe yên li kampê xwedî derkevin û bibin cem xwe.
Beriya niha jî ji bo çareserkirina vê pirsgirêka mezin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî gelek caran bang li hêzên cîhanî kir da ku çete li dadgeheke navneteweyî werin cezakirin.
Tevî lixwemukirhatinên wan û belgeyan jî civaka navneteweyî erka xwe bicih nayîne û mijara dadgehkirina çeteyan paş guh dike.