LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ MEŞÊN RÛMETÊ
BI HEZARAN KES BEŞDARÎ MEŞÊN LI HESEKÊ Û KOBANÊ BÛN
Li herêmên xweser ên Rojavayê Kurdistanê her roj li dijî dagirkeriya Tirk çalakî hene.
Lê vê carê pêkhateyên herêmê ne tenê li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk..
Her wiha li dijî xiyanet û nokeriya PDK’ê jî daketin qadan.
Meşa li Kobanê ji qada Jina Azad a li bajêr dest pê kir û heta qada şehîd Egîd dewam kir.
Jinên ku beşdarî meşê bûn bang li PDK’ê kirin ku dest ji xiyaneta bi gelê Kurd re berde.
Û nekeve xwîna zarokên wan ên ji bo azadiya tevahiya Kurdistanê têdikoşin.
Kobaniyan dan zanîn ku ew ê tu carî şervan û gerîlayên xwe bi tenê nehêlin.
Pêkhateyên Hesekê jî li qada Suryan kom bûn û xiyaneta PDK’ê şermezar kirin.
Beşdaran bi yek dengê silav da berxwedana gerîla û destnîşan kirin ku ew ê li hemberî xiyaneta PDK û dagirkeriya dewleta Tirk li berxwe bidin..
Li dijî dagirkerî û îxanetê meşek jî li Reqayê pêk hat.