Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li derveyî welêt Kurd bi awayekî xurt beşdarî pêngava ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ bûn

 

PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
LI DERVEYÎ WELÊT KURD BI AWAYEKÎ XURT BEŞDARÎ PÊNGAVÊ BÛN

Bi ragihandina pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ Kurdan asta têkoşîna xwe derxist qonaxeke nû.

Kurdên derveyî welat û dostên xwe bi awayekî xurt li pêngavê xwedî derketin.

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê û Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpa tevlîbûna xwe ya pêngavê ragihandin.

Paşê bi pêşengiya van saziyan bi hezaran xwepêşandan hatin organîze kirin û lidarxistin.

Jin û ciwanan ji van çalakiyan re pêşengî kirin.

Di vê çarçovê de gelek kampanyayên taybet hatin ragihandin.

Li panoyên îstasyon û bajaran wêneyên rêber APO hatin daleqandin.

Pirtûkên rêber APO bi gelek zimanan hatine wergerandin li standên pirtûkan hatin belavkirin.

Di serî de li Almanya, Fransa, Kanada, Avustralya, Başûrê Amerika, di gelek rojnameyan de îlanên ‘ji Ocalan re azadî’ hatin dayîn.

Ji siyasetmedar hunermend, rewşambîr, akademîsyen, ji her beşa civakî bi milyanan kes beşdarî pêngavê bûn.

Bi wesîleya salvegera komploya 15’ê Sibatê li Kurd li her derê daketin qadan û ji bo azadiya rêberê xwe dengê xwe bilind kirin.

Lê ya herê zêde bal kişand meşa ciwanan bû.

Ciwanên enternasyonalîst ji meşa dirêje re pêşengî kirin û bal kişandin ser tecrîdkirina Rêber APO.

Bi êrişên dewleta Tirk ên 23’ê Nîsanê li dijî qadên gerîla hêrsa Kurdistaniyan her çû zêde bû

Piştî vê êrişa dagirkeriyê hema bêje her roj Kurd û dostên xwe daketin qadan û êrişên dewleta Tirk teşîr kirin.

Heyeteke aştiyê di ku têde gelek siyasetmeran Ewrûpî hebûn di çorçaveya vê pêngavê de berê xwe da Başûrê Kurdistanê.

Tevî astengiyên PDK’ê jî bi gelek aliyên siyasî û civakî re danu-standin kirin.

Piştî heyet vegeriya Însiyatîfa Kurdistanê Biparêze ango Însiyatîfa Defend Kurdistan hat avakirin.

Defend Kurdistan ji gelek çalakiyan re pêşengî kir û dawa azadiya rêber APO û Kurdistanê kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv