Malbatên ku 2 hefte ne li qadê çalakiya rûniştinê dikin, îro yekemcar ber bi deriyê sînor ve meşiyan. Mîna hewldanên beriya niha yên dayikan vê carê jî ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê malbatan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Dayikên Şehîdan xwestin, nameyek li ser daxwaza xwe ya ji bo  wergirtina cenazeyan radestî Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê bikin.

Di şeva 28-29’ê Tebaxê de komek ji 7 gerîlayan dema hewl didan ji qada Qendîlê derbasî herêma Behdînanê bibin li ser Çemê Zê ketin kemîna hêzên PDK’ê.

HPG’ê di daxuyaniya 3’ê Cotmehê de ev agahî li ser mijarê parve kiribû: “Koma me ya gerîla dema ku ji Çemê Zê derbas dibû, bêyî ku dengek li wan bê kirin an jî fîşekek ji bo hişyarkirinê bê teqandin, ji çar aliyan ve bi çekên giran gule li wan hate reşandin. Zelal bû ku di encama vê êrişê de 5 hevrêyên me şehîd bûn, hevrêyekî me jî dibe ku bi birîndarî dîl hatibe girtin. Hevrêyê me Hakî ku di nav koma ji 7 kesan de bû, ev bûyer bi çavên xwe dît û piştî demekê karîbû bi selametî ji cihê bûyerê biçe. Hevrêyê me Hakî ku bi saxî rizgar bû, xwe gihand hêzên me û ev êrişa ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate kirin ji gelek aliyan ve eşkere kir.”