LI BREZÎLYAYÊ DI BALAFIREKE TIRK DE KOKAÎN
POLÎSÊ BREZÎLÎ DEST DANÎ SER 1303 KÎLO KOKAINA DI BALAFIRÊ DE
Li bajarê Brezilya Fortaleza, polêsên Brezîlî di balafireke şirketa tirk a ACM de lêgerîn pêk anîn.
Li nava jetta taybet a ji aliyê kesekî Espanyol ve kirêkirî, tam 24 valiz kokain hat bi dest xistin.
Giraniya hemûyan dike hezar û 304 kilo.
Di balafirê de rêwiyê espanyol û 4 muretebatên Tirk hatin binçavkirin.
Eger balafir nehata rawestandin, wê biçûya paytexta Belçîkayê Brukselê.
Hat zanîn ku ev balafir berî ya balafira Dewleta Tirk a fermî bûye û ji aliyê Erdogan ve hatiye bikaranîn.
Piştre balafir ji şirketeke alîgirê AKP’ê re hatiye firotin..