Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Belçîkayê di dozeke dawî de têkiliyên siyaset û nîjadperestiyê eşkere bûn.

 

Rasîzma bela serê welatên Ewrûpî, di bin maskeya welatparêziyê de xwe vedişêre û di derfetên siyasetê bi kar tîne.

Li Belçîkayê di dozeke dawî de têkiliyên siyaset û nîjadperestiyê eşkere bûn.

Siyasetvanekî ku ji ber nîjadperestî û xwedîtiya çekan dihat sûcdarkirin, bû wekîlê parlemenê û bi vî awayî xwe ji hukmê edaletê parast.

Dries Van Langenhove (Drîs fan Langinhov) wekîlekî flaman a Parlemena Belçîkayê ye.

Langenhovê ku endamê partiya netewperestên radîkal Vlaams Belang e, beriya bibe wekîl rastî dozeke nîjadperestiyê hat.

Lêbelê niha mafê wî yê destnedanê heye û lewma dadgeh nikare doza xwe bidomîne.

Lewma jî dadgeha cezayê, ji parlemenê daxwaza mafê mehkemekirina Van Langenhove dike.

Hêjayî gotinê ye, wekîl Van Langenhove, ligel Vlaams Belang, endamê komeke rasîst a bi navê Schield en Vrienden (Şîld en Vrîndin).

Wateya vî navî, Mertal û Heval e û wekî ji nav jî diyar dibe, kom xwedî konsepteke nêzîkî paramîlîterîzmê ye.

Ev koma rasîst, li paş perdeya parastina mîrasa çandî ya Flaman, li hember rêxistinên çepgir û penaberan dijminahiyê dike.

Ji bo Van Langenhove bê mehkemekirin, divê Parlemena Belçîkayê destûrê bide û di destpêkê de ev mijar were ber destê Komîsyona Lêpirsînê ya parlemenê.

Ku ev her du gav jî bên avêtin, wê demê parlemen dikare di derbarê aqûbeta Van Langenhove de biryara xwe bide.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv