LI BEDLÎSÊ TEVGERA DAGIRKERIYÊ
TEVGERA DAGIRKERIYÊ YA LI HERÊMÊ DIDOME
Waliyê tirk yê Bedlîsê doh li 46 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve ragihand.
Paşê wezareta Karên Hundir a Tirk jî ragihand ku wan li herêmê dest bi tevgereke eskerî kirine.
Ev tevgera dagirkeriyê bi navê ‘Daristanên Sehî Yildirim-16 di roja 2’an de didome..
Li gorî agahiya nêzî 3 hezar esker, polîs, cerdevan û tîmên taybet beşdarî vê tevgera dagirkeriyê bûne.
Her wiha livûtevgereke zêde ya helîkopteran jî li herêmê heye..