ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK LI DIJÎ BAŞÛR
GUNDEWARÊN ŞELADIZÊ Û DÎNARTÊ HATIN BOMBEKIRIN
Dewleta Tirk a dagirker ku sûdê ji bêdengiya PDK’ê digre, êrişên xwe li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê dewam dike..
Li parêzgeha Duhokê, gundewarên Şeladizê û Dînartê ji aliyê balafirên şer ve hatin bombardimankirin..
Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê ragihand ku êrişa balafirên artêşa Tirk doh danê êvarê pêk hatiye..
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê dane ajansê,
Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundewarên herêmên Şeladize û Dîntarê bombardiman kirin..
Deverên ku balafirêna li wan dane jî ev in:
Gundê Sîte ya devera Rêkan û gundê Nehlê yê devera Zêbarî..
Hat gotin ji ber êrişa balafiran, tiştek bi gundiyan nehatiyte lê ziyanek mezin l jîngeha deverê bûye..