KOMKUJIYA NÎJADPEREST A LI KONYAYÊ
LI AMED, WAN, HEZEX Û GEVERÊ GEL BI HÊRS DAKET QADAN
Xelkê Amedê doh li dijî komkujiya Konyayê daket qadan.
Polîsan pêşî li girseyê girt û êrişî kir.
Gel jî li dijî êrişan li ber xwe da û bi dirûşmeyên ‘Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan’ meşiyan.
Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz nerazîbûn nîşanî êrişî de û got, gelê Kurd ne bi tenê ye.
Xelkê Wanê bi vî rengî li dijî komkujiya ku li Konyayê pêk hat daket qadan.
4 partî û 23 rêxistinên civakî piştî meşê li Kolana Hunerê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê berpirsa vê komkujiyê ne.
Xelkê navçeya Şirnexê Hezexê jî bi bi meşekê hêrsa xwe anî ziman.
Heman hêrsa li dijî nijadperstiya Tirk û dewleta Tirk li navçeya Colemêrgê Geverê jî hebû.
Li Batman, Colemêrg, Dîlok, Riha û Dersimê jî bi daxuyaniyan banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.
KOMKUJIYA NÎJADPEREST A LI KONYAYÊ
LI STENBOL, ÎZMÎR, EDENE Û MÊRSÎNÊ ÊRIŞ HAT ŞERMEZAR KIRIN
Li Stenbolê hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li qada Tunelê Taksîmê êrişa nijadperest şermezarkirin.
Di axaftinan de li dijî êrişên nijadperestî banga xweparastinê li gel hat kirin.
Rêxistinên HDP’ê yên Îzmîr, Edene û Mersînê jî bi daxuyaniyan nerazîbûna xwe nîşan dan.