RÊJÎMA FAŞÎST A AKP-MHP’Ê ÊRIŞÎ HDP’Ê KIR
LI AVAHIYA HDP’A IZMÎRÊ DENÎZ POYRAZ A 40 SALÎ HAT QETILKIRIN
Serê sibê kesekî çekdar êrişî avahiya HDPa Izmîrê kir.
Piştî gullebaranê ket hundirê avahiyê û da ber agir.
HDP’ê ragihand, ku di êrişê de endam û xebatkara wan Denîz Poyraz a 40 salî hatiye qetilkirin.
Li ser bihîstina bûyerê gel berê xwe da ber avahiya HDPê.
HDP’ê li ser hev 3 daxuyanî dan û ji êrişê rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê berpirsiyar girt.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku partiya wan ev bi mehane ji aliyê wezareta karê hundir ve weke hedef tê nîşan dan.
Û wiha hat gotin:
Bi armanca provokasyonê hin malbat birêxistinkirin û dişandin ber avahiya me.
Di encama vê yekê de saet 10 û nîvan li dijî avahiya me êrişeke çîekdarî pêk hat.
Kesê êriş kirî 35-40 salî bû.
Di nava avahiyê de hevrêya me Denîz Poyraz qetil kir.