LI ARJANTÎNÊ JI BO GIRTIYÊ SIYASÎ ÇALAKÎ
WELATÎ JI BO MÎLAGRÎ SALA LI MEYDANA PAYTEXTÊ KON VEDAN
Bi sedan aktîvîst, ji bo mafên girtiyê siyasî berê xwe dan meydana Plaza de Mayo û li ber ofîsa serokatiyê kamp danîn.
Lîderê rêxistina Arjantînî Tupac Amaru Sala, ji ber çalakiya xwe ya rûnişitinê ya li dijî polîtîkayên rêveberiyê, di 2016’an de li Jujuyê hat girtin.
Mîlagrî Sala, bi xerakirina aramiya civakê hat sûcbarkrin.
Dadgehê di dozê de 13 sal cezayê girtîgehê da Sala û 29 rêhevalên wî.
Li gor saziyên mafêûn mirov ên arjantînî, girtina Sala, binpêkirina mafê protestoyan e.