Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Almanyayê qedexeya li ser PKKê 10.11.2020

 

Li Almanyayê qedexeya PKK’ê 26 salan li pey xwe dihêle.

Kurdistanî dew ji hikûmeta alman dikin ku ev qedexeya ku kurdan pê krîmînalîze dike bila bi dawî bike.

Navenda Enformasyona Kurd Civaka Azad jî bi nêzbûna salvegera 27’an a qedexeyê

wê rêze-çalakiyên online pêk bîne.

Dîmenê çalakiyên li Almanyayê dikarin di navberê de bi kar bînin.

Dewleta Alman di 26’ê mijdara 1993’yan de, ji bo piştgiriya dewleta Tirk bi awayekî neheq û dij-hiqûqî, PKK qedexe kir.

Tevî ku di serî de dadgeriya Belçîka û Dîwana Edeleta Ewrûpayê, gelek dadgehan qedexeya PKK’ê, wekî biryareke neheq nirxandiye jî dewleta alman qedexeyê didomîne.

Dewleta alman bi vê qedexeyê hewl dide Kurdan krîmînalîze bike û mafê siyasetê ya Kurdan ji dest wan bigire.

Kurdistaniyên li Almanyayê îsal jî wekî her salê, li dijî vê qedexeyê di nava tevgerê de ne.

Navenda Enformasyona Kurd Civaka Azad bi armanca qedexeya neheq rabe, rêze-çalakiyên onlîne pêk bîne.

Civaka Azad anî ziman ku ewê bi çalakiyên online ên di 12, 19 û 26’ê mijdarê de careke din balê bikşînin ser qedexeya neheq û daxwaza rakirina wê bînin ziman.

Di çalakiya 12’ê mijdarê de wê hevseroka berê ya KNK’ê Nîlufer Koç li ser piş-perdeya qedexeyê biaxive.

19’ê mehê jî weê parêzer Edîth Lunnebach, parêzer dr. Peer Stolle û siyasevanê Kurd Mehmet Demîr beşdarî semînere bi sernavê li Almanyayê li hemberî Tevgera Kurd, zilma qanûnî biaxivin.

26’ê mijdarê jî wê parêzer Lukas Theune, parlementer Lars Harms û ji Buroya Hiqûqê ya Azadî Monîka Morres beşdarî semînerê bi ser navê “li dijî qedexeya PKK’ê çi dikare were kirin?” bibin.

Hemû aktîvîte wê bi kanala youtube ya Civaka Azad bi zindî werin weşandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv