LI AFYONÊ ÊRIŞA NIJADPEREST
OZKAN TOKAY YÊ JI ERDÎŞÊ HATE KUŞTIN
Peyam û siyaseta nijadperest a rayedarên Tirk, dibe sedema kuştin û êrişan li dijî Kurdan.
Êrişa dawî ya nijadperest li bajarê Tirk Afyonê pêk hat, karkerekî Kurd jiyana xwe ji dest da.
Êrişa nijadperest doh êvarê li navçeya Afyon Dînarê pêk hat.
Ji Erdîşa Wanê komek Kurd ji bo xebatê çûbûn Dînarê.
Lê nijatperestê Tirk Omer Arslanturk bi çek êrişê 3 karkerên Kurd kir.
Di encama êrişê de Ozkan Tokay jiyana xwe ji dest da.
Birayê wî Firat Tokay û hevalê wan Emrah Ozsaliç jî birîndar bû.
Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Xizmên karkeran ên xwestin ji Erdîş û bajarên din biçin Afyonê jî, hatin astengkirin.
Rayedarekî polîsên Tirk ji karkeran re gotiye “miriyê xwe jî bigirin û ji vir biçin”.
Nijadperestê Tirk Omer Arslanturk ê Ozkan Tokay kuşt û 2 kes birîndar kirin jî, reviya.